Tezkerên şer û rakirina parêzbendiya parlamenterên HDP ne pejirînin!
Jİ 10 şubat û heta 14 şubat 2021 ê êrişên ertêşê li ser baregahên PKK li çiyayê Garé bi mexlubîyeta Erdogan ve encam hat. Mexlubiyeta ertêşê dijî PKK Erdogan bi xwe jî naçar ma ku qebûl bike. Ji bo rizgarkirina 13 girtiyên ji hêzên ewlekariyê 4 rojan bi 41 balefirên şer ve bê navbeyn baregah hatin bombaran kirin, lêbelê ev girtiyene bi mirî hatine dest xistin. Erdogan bi xwe li xwe mukur hat û got me “nekarî” em wan bi zindî rizgar bikin. Muxalefetê bang li Erdogan kir ku li berpirsiyariya xwe rabe. Erdoganê ku qet di ramana xwe şûnda kêşanê nîne, bi bêperwa êrişî li ser wan kir. Hukumet û muxalefet cara yekem e ku di derbarê mijarek girîng a neteweyî, rûberûyê hev dibin. Eve rewşeke nû ye, divê baş bête şirovekirin û ders jê bêne derxistin.
Cara yekem “derzek”, “şikestek dikeve ser hevpeymaniya pîroz a neteweyî”
Li Tirkkiye her du baskên burjuvazî: burjuvaziya Kemalista sekuler û burjuvaziya paşverûya îslamî ji bo bi dest xistina dewletê, ji bo talankirina xizînê, ji bo talankirina welat, tekoşîneke bêhempa li dijî hev didin, lê gava tekoşîna çîna karger an pirsa gelê kurd tête rojevê wek sûndxwariyan têne ba hev û av di navbera wan de derbaz nabe. Eve peymanek pîroz û netewiyê ku di navbera wan de hatiye pesinandin. Têkdana tekoşîna azadiyê ya gelê Kurd ji bo wan pirsgirêka “neteweyî” ya herî girîng e. Li ser vê mijarê ka gelo dêşer li dijî Kurdan bête îlankirin, esker li ser van re bêne şandin, polîs li ser wan re bêne şandin, tevgerên ertêşî bêne destpêkirin, tezkere bêne derxistin, ev biryarene di meclisê de bi demildest û bi yek dengî têne derxistin têne bi kar anîn. Yekîneyên leşkerîtêne şandin. Palpiştiya leşkeran tê kirin. Ji bo serkevtinê dua têne kirin. Ji bo miriyan merasim têne li dar xistin. Hewl tê dayîn ku di raya giştî de “yekîtiya neteweyî” were afirandin. Asta pêla nijadperestiyêdi nav gelde tête bilindkirin. Dijminahiya Kurdan û PKK tête gur kirin. Ehda zêdetir şer û zêdetir mirî tê xwarin. Ji bo yekpareyîyê yek parçeyiya welet xirecirê derdixin.
Heta duhu ango heta 14şubat 2021 eva weha berdewam kir. Dema armancên tevgera leşkeriya 10 şubatê derketine holê, bi seretayî CHP û partiyên burjuva yên muxalif gotin “ev hinde jî nabe” û “îsyan” kirin. Cihên ku girtiyên PKK lê diman ,4 rojan bombebaran dikî û ji bo rizgarkirina van girtiyan di bin wan mercan de ne hewceye ku bisporê leşkerî bî. Ku waye ev operasyone ji bo çi hate kirin? Gelo operasyona leşkerî yekem çare bû? Ev girtiyene eve 5-6 sale di dest PKK de ne. Çima heta îro hûn sekinîn? Çima di van pênc salan de hawar û awazên malbatên ixsîran nehatin bihîstin? Çima bi riyên dîallogê rizgar kirina van ixsîren nehatine taqî kirin?
Pirs li ser pirsê! Cara yekeme ku ev operasyona dijî PKK hatî encam dan tête darizandin. Hevpeymaniya pîroz a neteweyî şikest xwariye, derz ketina nav hevpeymaniyê. Eger operasyon serkevtiba ev serfiraziye li gel kesê parve nedikir Erdogan, lê windakirina vê operasyonê dixwaza li gel muxalefetê parve bike û hemû tuhmeta vî barî jî wergêre ser pişta HDP, lê dîsan ser neket, kesê nepejirand. Berî niha hevpeymaniya pîroz her tim dixebitî. Vê carê naxebite. Ji dil nebe jî bi giştî operasyonên desthelatdariyê, polîtîkayên wan yên şer têne darizandin. Eve jî dibe sedema şikestinekê di navbera partiyên burjuva li ser hevpeymaniya wan ya pîroz a derbarê kurdan û PKK de. Muxalefet vê carê ne palpiştiya Erdogan kir, ne palpiştiya hevpeymaniya Cumhur kir, ne jî palpiştiya leşkeran kir, lê berdewam li ser têkçûna vê operasyonê sekinî. Absûrtiya vê tevgera leşkerî û maceraperestiya rêvebirên vê tevgerê bi zelalî derkete holê. Her di destpêka vê tevgerê de 3 leşkerên ku ji bo karekê wiha baş hatî perwerde kirin, şehîtbûna du yuzbaşî û çavûşekê dide nîşandan ku operasyonên dijî gerîlayên ku ji bo azadiya gêlê xwe şer dikin çi qeder sexte. Pêşkeftinên nû nîşan didin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd rêyên derveyî şer jî hene. Bi aşkera diyar bû ku tevgera ertêşî ji bo berjewendiyên rêveberiya Erdogan hatibû darxistin. Eger operasyon serkevtiba dê Erdogan hemû nehêjayiyên xwepê veşartiba, wek polîtîkaya xwe ya aborî, enflasyon, giranahiya pêdawîstiyên jiyanê, bêzarbûna ji bêkariyê, tekoşîna dijîpandemiyê, ewgelê ku niha pişta xwe daye Erdogan dê wek destkevtiyeke mezin pîroz kiriba ûbala girseyên gel kêşaba serxwe.Berxwedana PKK ne tenê ev xiyalên Erdogan serû bin kirin lê, gotinên wek nîqaş, aşitî, dîplomasî di çareseriya pirsa kurd de înandine rojevê.Şer ne rêya çareseriyê ye, carek din nîşan da kuşer bi mirin, êş û janan ve tejeye.
Darizandina Tevgera leşkeriya Garé ku, ajotina şerê dijî Kurdane piştî demekêdivêdi civatê de neyê vemirandin. Ev darizandinene divê ji bo destpêkirina nîqaş û rêbazên aştiyane bêne bi kar anîn kûr kirin. Erdogan ji bo bibîrkirina vê têkçûnêdê bi berdewamî hewl bide ku rojevê biguheze, di van demên di pêşiya me de dêêrişên berfirehtir li dijî kurdan zêdetir bike. Ji bo şerê dijî Kurdan operasyonên leşkerîdê tezkerên nû bîne meclisê. Muxalefet; helwesta darizandina dijî şerê Garé nîşan dayî divê niha dijî tezkeran jî nîşan bidin, ihmal nekin, divê hûn tekez bikin ku çareseriya pirsa Kurdan şer û pevçûn nînin, got û bêj û rêbazên aştiyane ne û deng nedene tezkeran. Gilî û tuhmetên Erdogan ku hûn piştivaniyan “terorîstên cudaker”, “terorîstan” pûç bikin, divê jêra bête gotin, cudakerî ajotina şer e. Dabînkirina mafê Kurdan yê rewa, mafê bi destxistina mafê wan yê çarenivîsîcudakerî nîne. Lê muxalefet xam e. Di eslê xwe de ew jîalîgirê bifetisandina Tevgera Azadiya Kurdan in. Eger girseyên gel ji bo çareseriya pirsa Kurdan bi rêbazên aştiyane û gotûbêj bandora xwe li ser muxalefetê giran bikinmecal heye ku ew helwesteke rasteqîn nîşan bidin.Encamên herî baş jêderxistina tevgera leşkeriya maceraperesta Garé ewe ku, xwestekek di nav girseyên gel de bête afirandin ku gel dijî derxistina tezkerên şer yên hukumetêderkeve. Lêre da erkek giran dikeve ser milê hêzên çep û demokratîk.
Pêşnûmeya (hisaba) têkçûna Garé divê ji HDP re neyê birîn.
Erdogan dibêje berdewamiya terorê li meclisê ye û dixwaze pêşnûmeya têkcûna Garé li ser HDP ê bibire. Teybeten paş têkçûna Garé zordarî û êrişên li ser HDP ê zêde kir. Nêzîkî 1000 HDP yi dane girtin. Cezayê bi seretayî Gergerlioglu û gelek rêvebirên HDP yên din dane pejirandin, zîndanîkirina wan ne dûr e, di demek nêz de ye. Ji bo ji dest girtina parlamenteriya Gergerlioglu li benda biryara yargitayê ne niha. Ew Erdoganê bi vana jî qaîl nabe dixwaze parêzbendiya 21 parlamenterên HDP rake, wan ji parlamenteriyê bêxe û bêcgele ku partiyê bigire, pêşiyê li xebatên wan yên meclisê bigire, di meclisê de serkevtinekê dijî HDPê bi dest bîne ûheyfa têkçûna Garé bistîne. Ji bo wê jî 21 yên nû û 29 fezleke derbarê parlamenterên HDP 3 ji bo CHP yek jî ji bo DP bi giştî li gel wan 4 fezlekan 33 fezleke ji bo nirxandinê bi lez û bez ji bo meclisê hatine şandin. Di rojeva meclisêde 3000 an zêdetir ji fezleke hene lêev fezlekên nûbi alîyêserokê Meclisê ji bo komîsyona makezagon û edaletê hatine şandin ku bêne nirxandin. Erdogan bi van 33 fezlekan ve dixwaze raya giştî bixapîne ku ne tenêparêzbendiya HDP yiyan belkû parêzbendiya CHP yi û DP yî jî radike, lê kes bi vê bawernake, hemû kes baş dizanin ku lêre hedefHDp ye.Ji bo têkdan û alozkirina xebatên HDP ê derbarê hin rêberên HDP ê wek Pervin Buldan, Meral Danis Beştaş,Garo Paylan, Hûda Kaya û 9 kesên din bi sedema 7 sal berî niha 2014 di dema berxwedana Kbaniyê de bi dozgeriyê gilîname dane amadekirindûre jî fezleke dane amadekirin ev fezlekene jî êxistina nav wan 33 fezlekan, di van fezlekan de tawanbariya wan ewe ku, goya van 9 parlamenteran “ji bo têkdana yekitiya dewletêûtêkdana yekpareyiya welat”, “kuştina mirovan”,“ ji bo kuştina mirovan teşebus”, “talan”, “şewitandina ala”, û tawanên wek wan. Bi tenê serê xwe eve nîşan dide ku darizandinên li ser bûyerên berxwedana Kobanî piştî 7 salan û fezlekên hatî amadekirin bi giştîhelwestên siyasî ne û armanc bêdeng krina HDP ê ye. Di berevajiya vê de divîya derbarê wî dozgerê ku eve 7 sale li ser mirovkujiyê glîname amade nekiriye, ew dozger bi xwe bête darizandin. Lê dewletê bi xwe mirov kuştin. Erdogan bi îdîayan wiha ve dixwaze parêzvaniya 9 rêvebirên HDP êbidete rakirin, mafê parlamenteriyê ji destê wan bigire, ewana bavêje zîndanê, HDP ê lawaz bike û xebatên wê yên siyasî felc bike. Lê ew xwe dixapîne. Di HDP ê yên ku vê valatiyê tije bikin, yên wek wan ku çi aramiyê nedine Erdogan, bi sedan kadirêntêgeheştî hene. Bi van şêwazan ve Erdogan ne dikare pêşiyê li ber tekoşîna zazdîxwazîya Kurdan bigire û nejî pêşiyê li ber tekoşîna ji bo demokratîzekirina Tirkiyê bigire.
Derbarê 12 HDP yiyên din jî fezlek hatiye amadekirin, ew jî bi vê têne tawanbar kirin ku, evana “propaganda rêxistina terorê”, “pesnê tawan û tawanbar dayîn”, endam bûna rêxistina ku ji bo tawanan hatî damezrandin”, bi aşkerayî tehrîk kirina gel bi kîn û nefretê”wek gotinên Erdogan yên her demî yên “klasîkî” pêk tên. Bi nezera girseyên gel de Erdogan van tawanbariyene ji bo tehdît, tirsandinû bêdengkirina rikberên xwe bi kar tîne, van gotinan erzişa xwe jî wunda kirîye. Teybeten paşşikesta Garé ev gotinene wek gotinên katû têne dîtin, bi kêmasî di raya giştî de bi vî şêweyî tê nîqaşkirin. Çawaku berpirsê birçîtiyê, hejariyêû bêkariyê Erdogan be, berpirsê “teror” ê, şer û operasyonan jî Erdogan e û ev dîtine di nav girseyên gel de berbelav dibe. Naha pêdivî ye ku eve dihişmendiya raya giştî de were raçandin û bi cî kirin. Eva jî pirsa hêzên çep û demokratîkin.
Rakirina parêzbendiya parlamenterandi van rojên pêşiya me de dê bêne meclisê, dê li ser gengeşî bête kirin û dengdan dê li ser bête dayîn. Ji tevgera leşkerî ya Garé gelo muxalefetê dersek jê girtiye an na, dêvê dengdanê de diyar bibe. Red kirina rakirina parêzbendiyan dubare dê bibe mexlûbiyeta Erdogan. Eva ne tenê serkevtina HDP ê ye lê serkevtina hemû muxalefetê ye. Ev serkevtine dê tekoşîna kargerên li madenên Ermenekê, kargerên li karxanên Stembole ku berxwe didin, li çiyayên qazê, li derya reş, li Egê gundiyên, kargerên, hawîrdorparêzên ku dixwazin, axa xwe, daristanên xwe, avên xweû haîrdorên xwebi parêzin, jinên ku ji bo azadiya xwe şer dikin, tekoşîna tevgera cuwanên xwendevanên ku li Zankoya Bogaziçi destpê kiriye û berbelavî hemû Tirkiyê bûye dê bihêz bike. Li ji bo vê serkevtinê nekevine dafka Erdogan ku we bi piştivaniya “terorê” tawanbar dike, divê dijî vê zextê bê sekinin û biryarên rasteqîn bêne dayin. Eger muxalefet bi seretayî CHP dengên xwe neden, ew nikarin hejmara pêwîst ku 400 denge peyda bikin. Erdogan vê baş dizane, ji bo wê jîhewl dide ku dengên Iyi Partî û dengên hin Neteweprestên CHP bigire.Iyi partî li hember HDP gelek pêşbiryare û diyare ew dê bikeve dafka nijadperestiya Erdogan. Eger Erdogan serbikeve ne tenê tola têkçûna tevgera leşkeriya Garé dê bistîne, lê dê rûmeta “Hevpeymaniya millet” jî bişkêne, dê di nav raya giştî de xwe bihêz bike. Muxalefet û hêzên demokratîk di karin vê mecalê nedene destê Erdogan. Dibe ku ramanên wan û HDP ji hev cuda bin, lê divê bi Erdogan rê neyête dayîn ku bi vê hewlêewdu bare dadgeriyê, edaletê, demokrasiyê bin pê bike û muxalefetê lawaz bike.
Niha tam dema hindê ye ku muxalefet ji xeletiyên xwe yên pêşîyê dersan derê xe û helwesteke bi biryar nîşan bide. Erdoga sala 2016 ku di wekî roja îro bi zîndanîkirina hev serok Selattin Demirtaşû Figen Yüksekdag û hin parlamenter û rêberên din yên HDP ê ve pîlana bi zerbeyekê ve lawaz kirinaHDP ê dabû pêşiya xwe. Ji bo wê jî bi tena serê xwe ji bo rakirina parêzbendiya 50 ji HDP ê her we ji CHP ê, ji MHP ê, ji AKP ê bi giştî parêzbendiya 138parlamenteran hate meclisê. Hingê CHP got ev kiryarene “dijî zagona bingehî nin lê em dê bêjîn erê” gotin “em bi rakirina parêzbendiya xwe natirsîn” û hatine leyîza Erdogan, û piştivanî dane pîlana Erdogan. CHP we hizir dikir ku ji ithama Erdogan ku wan bi piştivaniya “terorê” tawanbar dike, xilas bibin. Lê xapiyan, Erdogan êrişên xwe li ser CHP ê zêdetir kirin.
Pîlana Erdogan ya hingê ew bû ku, HDP yiyan, Demiraş û Yüksekdagê zîndanî bike. Her wesa jî bo. Paş parêzbendî rabûn bilî HDP yiyan tu kes nehate darizandin û zîndanî kirin. Demirtaş û Yüksekdag ji rêkevta 4 çiriya paşîn 2016 heta niha di girtigehê de wek rehîn têne girtin. Divê ew xeletî dubare neyête kirin, bi seretayî CHP û her we Hevpeymaniya Milet divê rakirina parêzbendiyan red bikin, serşorîyek din bi Erdogan bidene jiyandin. Ev serşoriya, mexlûbiyeta Erdogan dêhêz bidete, demokratzekirina Tirkiyê, bi seretayî ji Kurdan mecalê wekhevîyê, azadiyê, xweseriyê di Tirkiyeeke demokrarîk ji bo pêkve jîyanê dabîn bike, tekoşîna çîna karger û hêzên demokratîk bi hêz bike,dêbi dawî anîna rêveberiya faşîsta paşveroya Erdogan wek kesêyekem ûixtidara wî ya wek AKP/MHP demek zûtir dê bi dawî bet. Divê mijara fezlekan di raya gelde bi çalakî bêne ngengeşî kirin, divê girseyên gel ji jêrve bandoreke giran li ser muxalefetê bisepînin. Hemahengiya tekoşîna bingeh ya girseyên gel û tekoşîna meclisê dê Erdogan têk bibin, ev hêze dê nîşanî wî biden ku dawiya wî hatiye.
TKP-1920 www.tkp-online.com